Şewirmendî bi rêya Telefonê

Di çerçoveya projeya “Jin bi hevre fêrî jiyanê dibin-Şidet ne Qedere!” de, jin êdi derbarê her awî pirsgirêkên xwe de dikarin ji şewirmendên pispor ên Navenda Jivana Jinan alîkarî bixwazin.

Ji UTAMARA Ji Bo Jinê Penaber Xizmet/Servîsa Şewirmendî Ya Bi Rêya Telefonê 

 

Navenda Jîvana Jinan UTAMARA e.V. ji bo jinên penaber bi zimanê wan ê zikmakî ji niha û pêve dest bi xizmeta şewirmendî ya bi rêya telefonê dike.

Di çerçoveya projeya “Jin bi hevre fêrî jiyanê dibin-Şidet ne Qedere!” de, jin êdi derbarê her awî pirsgirêkên xwe de dikarin ji şewirmendên pispor ên Navenda Jivana Jinan alîkarî bixwazin. Xizmeta şewirmendiya bi rêya telefonê, xebatên ku heta niha Navenda Jivana Jinan li dij şidetê meşandine dê xurttir bike. Di çerçoveya proje da bi saziyên jinan re hevkarî hebe. 

Berpirsiyara projeyê Meike Nack, armancên xwe bi van gotinan îfade dike: “Ji bo me tişta giring, ji bo jinan cîhek hebe ku jin pê ewle bin û bikaribin bersiva her hawî pirsê xwe lê bigerin. Endama Rêveberiyê Sevim Polat jî wiha dibêje: “Em dizanin ku jin ji her kesî cêtir dizanin pirsgirêkên xwe çawa çareserkin. Lê me di xebatê xwe de dît ku, dema ku jin pirsgirêk û çareserîyên xwe bi jinê din re parve dikin, ev parvekirin him hêz, him jî ceseret dide wan.”

Ji bo jinên penaber faktora herî zede dibe sedema zoriyê, mecbur mana nav civakek biyanî de jîyîn û bi zimanêk biyanî axaftin e.  Heman deme de jîyîna şer û şidet dihele ku  jin nikaribin bi serê xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ev jî tesîra xwe li der û dora jinê dike. Armanca herî sereke ya ev projeya UTAMARA eve ku heta ku derfet hebe ev xizmeta şewirmendiyê bi zimanên cur be cur bide. Di serî de bi rêya telefonê şewirmendiyê de bi zimanê Kurdî(Kurmancî), Tirkî, Îspanî, Îngîlîzî û Almanî xizmet bê dayîn. Her wiha xebatkarên me yên bi dil di hin rojên taybet de bi zimanê Erebî û Flamanî jî xizmeta şewirmendiyê bidin. 

Bêşek din ji vê projeyê jî ewe ku, ji bo jinê travmayên giran jiyane travmayên xwe derbaz bikin “Grubên ku alîkarîya xwe bi xwe serbixwe bikin” bêne avakirin û ev grup bêne firehkirin. Ev xizmet berê her kesî bi taybet ji bo jinê ku şer û şidet jiyane wê bê dayîn.   

Ev proje ya ku Saziya Navenda Jîvana Jinan UTAMARA ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û gîhaştina her qadek civakê daye destpêkirin, aliyê aborî de bi piştgîriya Daîra Federal ya Wezareta Karê Hundir, Wezareta Kar-Sosyal-Tendurustî-Malbat û Jinê ya Eyaleta Rheinland-Pfalz û Komîta Tendurustî ya hêrêma Neuwied tê meşandin.

Bi rêya telefon hun dikarin: dusem heya pêsem ji saat: 10:30-12 û 15-17 li me bigerin Tel.: 02644 60 260 60, yan jî emaîl ji me re bi rê bikin: Diese E-Mail-Adresse ist vor Spambots geschützt! Zur Anzeige muss JavaScript eingeschaltet sein!

Ji qelenê re NA!

Şîdet ne qedera me ye

Şîdet ne qedera me ye