Danasîna Navendê

UTAMARA cih û warekî jinan e û ji aliyê jinan ve hati ye avakirin da ku jin karibin tê de xwe perwerde bikin, qabiliyet û zanebûna xwe bi pêş bixin, tecrube û zanîna xwe parve bikin, li ser

UTAMARA cih û warekî jinan e û ji aliyê jinan ve hati ye avakirin da ku jin karibin tê de xwe perwerde bikin, qabiliyet û zanebûna xwe bi pêş bixin, tecrube û zanîna xwe parve bikin, li ser esasê azadiya zayendî tevna têkiliyan raçînin û lobiya wê çêkin, her wiha li vê navendê xebatên çandî û hunerî bimeşînin.


Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî (IFWF) ku navenda wê li Holendayê ye, di cotmeha 2006’an de Navenda Hevdîti na Jinan a UTAMARA ava kir. Çêkirina UTAMARA bi hevkarî û desteka madî û manewî ya bi sedan jinên ku li Almanya û li welatên din ên Ewropayê dijîn, pêk hat. Navenda Hevdîti na Jinan UTAMARA ne navendeke ti carî ye, navendeke xêrxwaz e. Lewre ji destpêkê ve heta niha qezenckirin ji xwe re nekiriye armanc belku bi niyeta xêrxwaziyê deriyê xwe ji her kesî re vekiriye û bi armcana alîkariyê xebatên xwe dimeşîne.


Ji çand, civak u neteweyên cuda, 230 endamên UTAMARA hene. Piraniya endaman bi dilxwazî û kêfxweşî tevlî proje û çalakiyên saziyê dibin. Di sala 2007’an de IFWF’ê raporek di bin sernavê “Bûyerên Travmatî k a jinên Koçber ên kurd û bandora wê ya pîskolojîk” weşand ku di wir de xebatên UTAMARA esas hati ne girti n û bingeha raporê pêk tî nin.


Silogana Navenda Hevdîti na JinanUTAMARA:

Kotek û zorî ne qedera me ye – Hevgirti n destpêka hêza me ye!


UTAMARA bi çavê jinane li rê û rêbazên têkoşîna li dijî zayendparêziyê dinêre û li ser esasê nêrîneke jinane wan pêk tî ne. UTAMARA li ser vêbaweriyê ye ku çavkaniya hemû newekhevî û nexweşiyên civakî zêhniyeta nêrparêzî ye û tenê bi hevgirti n û yekiti ya jinan wê têkoşîna li dijî zêhniyeta nêrsalarî (mêrsalarî) bi hêz bibe û di encamê de bi ser bikeve. UTAMARA her çend ku alîkariya jinan dike, lê ti carî hewil nade wan di bin zextêde bigre yan ber bi aliyekî din ve pal bide (han bide). Di qonaxa biryarê de hewil dide hêza xwezayî û îradeya azad a jinan derxe holê û ji bo pêkhati nawê biryara azad rê û rêbazê ku vê yekê essas digrin, dipejirîne.

Ji qelenê re NA!

Şîdet ne qedera me ye

Şîdet ne qedera me ye