Ji qelenê re NA!

Di çarçoveya encama projeyên "Jin û Ol" ên 3 mehên Îlon, Cotmeh û Kanûnê yên sala 2012'an de em bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinê dest

 

Di çarçoveya encama projeyên "Jin û Ol" ên 3 mehên Îlon, Cotmeh û Kanûnê yên sala 2012'an de em bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinê dest bi qempanya "Ji qelenê re NA!" dikin û banga li her beşên civakê dikin ku dawî li vê şermê bînin.

Di semîner û civînên me de gelek ciwan û jinan, dewamkirina qelenê weke pirsgirêke cidî nirxandin û destnîşan kir ku ji bo qelen ji binî ve bê rakirin, divê têkoşîn were dayîn. Nîqaşên li ser her şêweyên tundiyê, bi taybetî jî nîqaşên li ser mijara qelen di kongreya me de jî hatin rojevê û bi vî rengî me qempanya xwe weke xebateke civakî ferz kir.

Ji encama lêkolînên me, semînerên lidar xistin û vegotinên şahid û çîroka jinên serî li saziya me dane, derket ku mijara qelen yek ji pirsgirêkên herî girîng ên civakî yên roja me ye. Di heman demê de şêweyeke tundiyê ya kevneşop e. Heta ku ev birîndara civakî neyê pêçandin, dê civak û têkiliyeke çê dernekeve holê. Qelen çavkaniya xwe yekser ji feraseta ku jinê weke milk dibîne, digire. Nêzîkatiyeke paşverû ye ku jinê weke vîneke azad nabîne û di berdêla pere de nirx û qîmetê jinê dadixîne. Li ser navî dibe bila bibe, divê ev yek bi ti awayî neyê qebûlkirin.

Qelen, jinê vediguherîne metayekê û dadixên asta ku dikare were kirîn û firotin. Diyare ku ev pêkanîn jinê biçûk dixîne, vîna jinê û rûmeta wê binpê dike. Ev rewşa paşverû ne tenê jinê di heman demê de mêr jî biçûk dixîne. Têkiliyên civakî ev yek îspat kiriye ku li cihê kole hebe, efendî jî dê ti carî azad nebe. Ne tenê jin, divê mêr jî li dijî vê têkiliya milkî, koledarî têbikoşin. Azadiya civakî ancax bi vî rengî bi dest bikeve.

Tevî ku qelen li nava gelemperiya gelê Kurd ne serdest be jî, hînê di bin navê cuda yên mîna "Heqê şîrê dayikê", "heqê xal", "ser derî ber derî" û "qelan" dewam dike. Ev yek berxwedana li hemberî guhetina kevneşopiyeke kevn e. Bi kîjan navî dibe bila bibe em di wê baweriyê de ne ku divê ev şerm bi temamî bê rakirin!

Ji bo vê yeke em wekî Navenda Jivana Jinê ya UTAMARA dest bi qempanya "Ji qelenê re NA!" dikin. Em li bendê ne ku di serî de jin û ciwan û her kesên ku dixwazin beşdarî kampanyayê bibin nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêşî me bikin. Em bang li her kesên hişyar û hestiyar dikin ku li dijî tundiya li hemberî jinê têbikoşin, bi taybetî jî destekeke aktîf bidin kampanya me ya li dijî qelen.

Bila vê şerma qelen bi dawî be!

Têkiliyên milkî koledarî Ye!

Jina azad civaka azad e!

 


 

 

Semîner der barê Qempanya li dijî Qelen

Dem:   13.12.2013
Saet:   17.30
Cih:     Mehrgenerationenhaus Neuwied
           Wihelm-Leuschner-Str. 5
           56564 Neuwied

Ji qelenê re NA!

Şîdet ne qedera me ye

Şîdet ne qedera me ye