Rêzeperwerde bi serkeftî bi dawî bûye

Hêzbûna jinan ku piştgiriya penaberan dikin bi rêya zanebûna çandî û trawmayê

 

Rêzeperwerde bi serkeftî bi dawî bûye

 

Rêzeperwerdeya bi armanca „Hêzbûna jinan ku piştgiriya penaberan dikin bi rêya zanebûna çandî û trawmayê“ bi serkeftî bi dawî bûye. Perwerdeya ku ji aliyê Navenda Jîvana Jinan ya UTAMARA'yê û bi hevkariya Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî ve hatiye amade kirin, di 17'ê Kanûnê 2017'an de bi dawî bûye. Perwerde ji aliyê komeke pisporên jin yên trawmaterapî, terapiya hûnerê, xebatkarên UTAMARA û SMJÊ ve hatin dayîn. Di armanca perwerdeyê de jinên beşdar wê bi zanebûna xwe ya li ser trawma û penaberiyê, pêwîstiyên jinên penaber baştir tespît bikin û destekdayîn û alîkariya xwe xurt bikin.

 

Zordarî, destavêtin û eşkenceyê ku jinan pê rû bi rû dimînin, bandoreke giran yê demdirêjî li ser dêrûniya mirovan dihêle. Jin di pergala baviksalerî de, bi taybetî di şert û mercên şer û penaberiyê de, bi gelek cûreyên destavêtinên zayendwarî ve rû bi rû dimînin. Depresyon, tengasî, devjixweberdan û pirsgirêkên dîtir êdî jiyan ji wan jinan re dikare bike kabûs û bandor li derûdor û malbata wan jî dibe.

 

Pêwîstiya tedawîkirina tengasiyên derûnî ji ber paşverûtiya mêrê zordar û berhemên wê yên şer û penabertiyê, her ku diçe zêde dibin. Wekî ku di projê borî ya UTAMARA‘yê bi navê „Şidet ne qedera tu kesî ye – Bi hev re jin hînî jiyanê dibin“ di salên 2009-2012‘an de hatiye pêş xistin, trawma di komên xwealikariyê de bi awayeke serkeftî dikarin bên tedawîkirin. Jin bi awayeke civakî tecrûbeyên zehmet û giran ku jiyan kirine parve dikin û rê û rêbazên derbaskirine bi hev re bi pêş dixin, guhdarî û alîkariya hev dikin.

 

Rêzêperwerdeya li ser Penaberî û Trawmayê ku maliya wê ji aliyê Daîreya Federal ya Koçberî û Penaberan (BAMF) tê dayîn û jinên ji gelek netew û baweriyan beşdar dibin, bi moraleke xurt û dayîna dîploman li beşdarvanan bi dawî bûye. Bi wesîleya pîrozkirina dawiya perwerdeyê ve hem jî bi axaftin û gowendgerandinê Cejna Êzî li hemû gelên azadîxwaz û jinên berxwedêr re hatiye pîroz kirin.

 

17'ê Kanûnê 2017

UTAMARA e.V.

 


 

bi alîkariya:

 

Ji qelenê re NA!

Şîdet ne qedera me ye

Şîdet ne qedera me ye