Hûn bi xêr hatin UTAMARA - cîhek ji bo hemû jinan
UTAMARA cîhekî ji bo hemî jinên ji temen û netewî ye; rewşa wan a civakî, ola wan, baweriya wan çi dibe bila bibe ji bo hemî jinan vekiriye. Xwe li ser bingeha tolerans û rêzgirtina dualî sazî dike.
Em pê bawer in ku cîhanekê aram û jiyaneke azad gengaz e.
Em hawirdoreke bê zilm, zext û zordariyê diafirinin, tê de dibe ku hêza xwebaweriyê û biryargirtinê di nav jinan de pêşdikeve.
Em li dijî hemî cûreyên tundiyê yên li ser jinê ye têdikoşin Em di mijarên biserxistina serboriyên bi tundiyê, şer û koçberiyê de piştgiriyê didin û şêrwirmendî dikin.
Em dixwazin guhertinên bingehîn di hişmendiyê de ava bikin û bi vî rengî jiyana demokratîk a domdar pêşve bixin.
Em torê û rêxistinkirina jinan pêşdebirin ji ber ku bi hev re em bi hêz in.